Rêveberiya Rojava heta 1ê Nîsanê mohlet da partiyên ENKSê: Wê tedbîrên qanûnî bên girtin!

.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, biryareke dijî hebûna partiyên girêdayî Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derxist.

Li gorî biryara ku ji aliyê Komîteya Kar û Barên Partiyan a Rêveberiya Xweser ji bo ruxsetê bistînin dem ji bo wan part û hêzên siyasî yên derveyî rêveberiya xweser diyar kir û hate gotin, partiyên ji 7ê Adarê heta 1ê Nîsanê ruxsetê ji aliyên pêwendîdar nestînin wê tedbîrên qanûnî li ser wan bên sepandin.

Li gorî biryarê aliyên ku ruxsetê nestînin nikarin li Rojavayê Kurdistanê karûbarên siyasî bimeşînin ku hejmarek partiyên bi ser ENKSê ve ji Rêveberiya Xweser ruxset nestandine.

Di biryarê de wiha hatiye gotin:

 “Li gorî qanûna ruxsetkirina partiyan a Rêveberiya Xweser a bi hejmar 6’an ku di 20.05.2018`an hatiye derxistin û li gorî civîna Komîteya Partiyan a bi hejmar 2 ku di dîroka 05.03.2024`an de li dar ketiye, Komîteya Kar û Barên Partiyan ev biryar da:

Tevahî partiyên rusxet negirtine, dikarin ji 7`ê Adara 2024`an heta 1`ê Nîsana 2024`an daxwaznameyên ruxsetgirtinê ji Nivîsgeha Kar û Barên Partiyan re pêşkêş bikin ji bo ku bikarin li herêmê kar bikin. Piştî qedîna wê muhletê, wê tedbîrên qanûnî bên girtin."

Siyaset Haberleri

Karsazên Kurd li Frankfurtê civiyan
Moskow: Kurdên ku li dijî Naziyan şer kiriye hatin bibîranîn
Îsal li Amedê çend esnafan dikanên xwe girtine?
Pirtûka ‘Fonolojiya Zazakî’ hat çapkirin
Piştîwan Sadiq: Gotûbêjên li gel Bexdayê ber bi çareseriya pirsgirêkan ve diçe