Rêveberiya Rojava: 11 hezar û 814 koçberên li Lubnanê vegeriyan herêmê

.

 Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hejmara koçberên ji ber şerê Îsraîlê ji Lubnanê vegeriyane herêmê gihîştiye 11 hezar û 814 kesan.

Hate ragihandin ku koçberên li Lubnanê bi rêya deriyê Tebqa û Ebû Kehef (El Tayhe) yê kantona Minbicê derbasî herêmê bûne.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê 24ê Îlonê ji bo şopandina kar û barên penaberên sûriyeyî yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komîteyek ava kiribû.

Heta niha bi rêya deriyê Tebqayê 5 hezar û 439 kes derbasî herêmê bûne. Di nava wan de 23 lubnanî hene û 8 cenaze jî hatine.

Bi rêya deriyê Ebû Kehef ê kantona Minbicê jî 6 hezar û 375 sûriyeyî û 5 lubnanî, her wiha 3 cenaze derbasî herêmê bûne.  

Hate ragihandin ku Desteya Tenduristiyê ya Tebqayê ji bo şopandina rewşa penaberan û birîndaran bi kordîneya Heyva Sor a Kurd xaleke tenduristiyê li deriyê Tebqayê vekiriye.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin