Rêveberîya giştî ya asayîşa Hewlêrê bersiva Mehmûd Sengawî da

Rêveberîya giştî ya asayîşa herêma Kurdistanê bi tundî bersiva endamekî encûmena giştî ya rêveberîya YNKê da û ragehand, ‘’Nemaqulîyek zêde derbarê dilsoz û lavên vê gelî de û sazîyên fermî yên herêma Kurdistanê de kirîye.’’

Navenda Nûçeyan- Rêveberîya giştî ya asayîşa herêma Kurdistanê bi tundî bersiva endamekî encûmena giştî ya rêveberîya YNKê da û ragehand, ‘’Nemaqulîyek zêde derbarê dilsoz û lavên vê gelî de û sazîyên fermî yên herêma Kurdistanê de kirîye.’’

Daxuyanî waha ye:

Ji alîyê Rêveberîya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê ve bersiva pêwîst bo Mehmûd Sengawî;

Çend rojek berî naha Mehmûd Sengawî bi awayekî ne rewa û bi astekî nizim de wekî xwe êrîşî hêzên asayîşê kir û nemaqûlane di derbarê dilsoz û lavên vê gelî û sazîyên fermî yên herêma Kurdistanê de axaftîye. Ew gotinên Mehmûd Sengawî li ser dosyaya tometbarekî ku li ser bazirganî kirina 60 kîlo madeyên hişber hatibû girtin û li girtîgehê jî dawî bi jîyana xwe anîbû ne.

Em hest û sozên kesûkar û alîgirên wî kesî têdigehin ku ew jî têkelî vî kare firotin û bazirganî kirina madeyên hişber hatîye kirin, derîyê me vekirîye bo her cure lêkolînekî ku guman li ser hebin û lêkolîn di vê derbarê de li gel alîyên fermî yên peyvendîdar jî berdewam in.

Aşkera kirina wê gruba tewanbar destkewtekî mezine bo proseya lêgerîn û aşkera kirina wan grubên mafyayî yên dixwazin herêma Kurdistanê bikin navenda bazirganî û mûptela kirina hemwelatîyan bi madeya hişber ve. Em dizanin qaçaxçîtî nav binpê kirinan de çalak dibe, ji ber wê em ecêb namînin qaçaxçîyek tê nasîn ê sînorên navçeya Germîyanê, ku têkelî bazirganîya reş û endamê tora bazirganîya ne rewaye û gelek ecêb nîne berevanîyê li tora mafyayê bike û li ser wan helwêst dîyar bike û kaxezan têkelî peyvendîyên navbera partîyan de jî bike.’’

Sazîya asayîşa herêma Kurdistanê pêkhatîye ji lavên dilsoz ên gelê me û bêxew û gelek diwestîyên. Bi hezaran şehîd û birîndar me dane, ku hemwelatî bi aramî û asayîşê de jîyan bikin. Herwaha herêma Kurdistanê parastî be ji her cure gef û metirsîyekî terorîstan û mafyayên madeyên hişber.  Ji ber wê jî alîkarî û piştevanî û destxweşîya hemniştimanîyên dilsoz li gel me xwedî giringîyekî mezine, lê şirîkên tewan û qaçaxçî yên xwe dinirînin bê qîmete.

Sazîya me mafê xwe dibîne ku her cure tometekî nerewa û teşhîra li hember sazî û hêzên me rêkarên yasayî li dijî wan bikarbîne.

Rêveberîya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê.

20.01.2020

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin