Rêveberê YNKê: Dem kêm û kar zêde ye…Em nizanin emê bigehînin kongrê yan na

Endamê rêveberîya YNKê amaje bi wê yekê dike ku karê wan gelek maye bo amadekarîyên kongreya çarem a YNKê, lê li hember wê dema wan jî kêm maye.

Navenda Nûçeyan- Endamê rêveberîya YNKê Osman Banîmaranî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bo dema kongre bi aşkerayî diaxivim, kar pir maye û dem jî kêm e, em nizanin di vê heyamê de emê pê re bigehin yan emê biryarên din bidin ne dîyar e.’’

Herwaha got, dem pir kêm maye bo wê roja kongrê ya hatîye dîyar kirin û kar jî pir zêde maye. ‘’Eger îş û karên me heta wê demê bi dawî nebû, emê biryarekî din li ser dema kongreyê bidin.’’

Li gor gotinên Banîmaranî: ‘’Eger tiştek çênebe’’ divê kongre bê kirin. ji ber wê jî pêwîst zanî amadekarîyên kongreya çarem a YNKê bên bilez kirin, ji ber dem kêm e.

Herçend biryare roja 07.12.2019ê kongreya çarem a YNKê bê kirin jî, lê hîn konferansên malbendan bo helbijartina endamên kongreya çarem temam nebûye.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist