Rêveberê Weşanxaneya Komalê Suphî Orak xwe kuşt

Rêveberê Weşanxaneya Komalê Suphî Orak, peyamek bo kesûkarên xwe şand û xwe kuşt.

Navenda Nûçeyan- Rêveberê Weşanxaneya Komalê Suphî Orak, li mala xwe ya li navçeya Beylîkduzuya Stenbolê, xwe ji qata 13an avêt xwarê.

Suphî Orak ku li cihê bûyerê canê xwe ji dest da, berî ku dawî li jîyana xwe bîne, peyamek ji kesûkarên xwe re şandîye.

Di wê peyamê de Suphî Orak ji kesûkarên xwe re dibêje, “Ez we hamûyan ji dil û can hembêz dikim. Hûn hemû bo min hêja û biqîmet in, lêbelê divê hûn teqez wan xayînên di nav xwe de paqij bikin. Eger na pêşeroj dê bi tarîtîyan dewam bike.”

Hevjîna wî rêveberê Weşanxaneya Komalê berî heyameke kurt, ji ber nexweşîya pençeşêrê koça dawî kiribû û piştî wefata hevjîna xwe derûnîya Suphî Orak xerap bûbû.

Suphî Orak ê 54 salî, piştî wefata hevjîna xwe, dest bi nivîsandina romanekê kiribû derbarê wê de, lêbelê ew roman bi dawî nekiribû û bi piştî peyama bo kesûkarên xwe dawî li jîyana xwe anî.

Herwiha Suphî Orak, di 15 salîya xwe de hatibû girtin û biçûktirîn girtîyê zîndana Amedê bû.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist