Reuters: WHO Wê bo Têkoşîna Dijî Korona Banga Alîkarîya Diravî Bike

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dê bo têkoşîna dijî vîrusa korona banga alîkarîya diravî bike.

Navenda Nûçeyan - Reutersê ji zarê dîplomatan da zanîn ku WHO dê banga alîkarîyê di civîneke Neteweyên Yekbûyî (NY) de eşkere bike.

Dîplomatan dîyar kirin ku WHO dixwaze ku bi kêmî ve 1 mîlyar dolar kom bike, lê wê rêxistinê ser vê mijarê hîn ti daxuyanî nedaye.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokê Amerîka Donald Trump, WHO bi piştgirîyê Çînê tawanbar kiribû û gotibû ku ew dikarin alîkarîya madî ya bo wê rêxistinê rawestînin.

Wî herwiha dîyar kiribû ku Amerîka her sal bi sed mîlyonan dolar dide WHO, lê alîkarîya Çînê li ber ya wan pir hindik dimîne.

Siyaset Haberleri

Kurdên li Hisîçayê rakirina zimanê Kurdî qebûl nakin: Tabeleya nû hat avêtin
Ecac li hinek sûcên xwe mikur tê
Medyakar Ammar Necmedîn çîrokên trajîk ên nav zindana Nugra Selmanê vedibêje
PDK û Çarçoveya Hevahengiyê li ser 'Bingehê Destûrê' li hev kir
Kobanî li dijî Erebkirinê rabû ser piyan: Ev der ne Eyn Ereb e!