Reuters: Tirkîyê ji ber vîrusa korona aktîf kirina S-400an paşxist

Ajansa nûçeyan a Reutersê dîyar kir ku Tirkîyê ji ber belavbûna vîrusa korona aktîf kirina S-400 ên ji Rûsya hatibûn sitandin, paş xistîye.

Navenda Nûçeyan - Ajansa nûçeyan a Reutersê dîyar kir ku Tirkîyê ji ber belavbûna vîrusa korona aktîf kirina S-400 ên ji Rûsya hatibûn sitandin, paş xistîye.


Reutersê bi zimanê karbidestekî Tirk dîyar kir ku Tirkîyê aktîf kirina sîstema berevanîya S-400 betal nekirîye, lê ewê ji bêr vîrusa korona bi derengî çêbe.
Mûşekên S-400 ên ku Tirkîyê ji Rûsya kiribûn di navbera Enqere û Washingtonê de girjî çêkiribû.
Qesira Spî dixwaze ku Tirkîye sîstema S-400 nexebitîne, lê karbidestên Tirk didin zanîn ku ewê wê sîstemê aktîf bikin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist