Reuters: Tirkîye dixwaze hêza xwe li Başûrê Kurdistanê zêde bike

Li gor ajansa Reutersê, Tirkîye plan dike hejmara binkeyên xwe yên serbazî li nav axa Başûrê Kurdistanê zêdetir bike.

Navenda Nûçeyan - Li ajansa Reutersê ku nûçeya spartîye berpirsekî pilebilind ê Tirkîyê, hikûmeta wî welatî piştî hevdîtinên li gel berpirsên Iraqî bi mebesta ‘xilasbûna ji hebûna PKKê ya li sînor û jinavbirina derfetên wê yên lojîstîk’ dest bi operasyonan kirîye.

Wî berpirsê hikûmeta Tirkîyê ji Reutersê re dîyar kirîye ku ji bo ‘ew cihên ku operasyon lê tên kirin dîsa bi heman mebestê  neyên bikaranîn’ plan heye ku binkeyên serbazî yên nû bên avakirin û gotîye, “Ji xwe zêdetirî 10 binkeyên serbazî yên demkî hene. Yên nû dê bên avakirin.”

Herwoiha wî berpirsê Tirkîyê dîyar kirîye, ew dê li ser operasyonên xwe berdewam bin û “heta digihije armanca xwe dê berdewam be.”

Artêşa Tirkîyê şeva 15ê Hezîranê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê, li herêma Metîna ku dikeve nav sînorê Başûrê Kurdistanê êrişeke din a bi navê ‘Pençe-Kartal’ dabû destpêkirin û li gor hatîye belavkirin leşkerîn wî welatî derbasî Heftenînê bûne.

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin