Reuters: Tirkeye amadekariya ceribandina mûşekên S-400 dike

Reuters: Tirkeye amadekariya ceribandina mûşekên S-400 dike

Ajansa Reuters îro roja pênceşmê belavkiriye ku Tirkiye biryara sînordarkirina qadên esmanî û yên deryayî li herêma Derya Reş da ku ceribandina sîstema S-400 ya Rûsî bike.

Li gor agahdarkirina Tirkiyê divê keştî li nêzî bajarê Sînopê ya bakurê Tirkiyê, di 16ê Cotmehê de ji kiryarên xwe agahdar bin û firok jî heta 61,000 metre ji qadên esmanê dûr bisekinin.

Reuters bi bîr tîne ku sîstema berevanî ya S-400 berî hefyetekê ji wî herêmê re hatibû veguhgastin.

Herwiha Reutersê belav kiriye: “Tevî ku Tirkiyê sala borî ceribandina çekên ji erdê ber bi banî (surface-to-air weapons) pêk anîbûn, dibe ku ceribandineke nû girjiya Enqerê ya bi Washingtonê re zindî bike. Amerîka bawer dike ku S-400 ser sîstema berevanî ya NATOyê xeteriyeke mezin e.”

Washingtonê, wek bersîvdana biryara Tirkiyê ya kirîna çekên Rûsyayê, sala borî Tirkiye ji programa hevbeş ya F-35 derxistibû û gefa toleyên li dijî wî welatî kiribû.

Kirîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê qeyraneke mezin di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de pêk anîbû.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist