Reuters: Şandên Îsraîl û Sûriyeyê sê caran civiyan

.

Ajansa Reutersê ya Nûçeyan ragihand, “Şandên Îsraîl û Sûriyeyê di dema borî de sê caran civiyan û danûstandin li ser aloziyên di navbera her du welatan de kirin.”

Ajansa Reutersê ya Nûçeyan eşkere kir, “Fermandarê Ewlehiyê yê Parêzgeha Suweydayê Ehmed Dalatî serokatiya şanda Sûriyeyê ji bo civînên bi aliyê Îsraîlî re kir.”

Ajansa Reutersê ya Nûçeyan îro (Sêşem, 27ê Gulana 2025ê) parve kir, “Aliyên Sûriyeyî û Îsraîlî heta niha sê caran li deverên sînorî yên di navbera her du aliyan de civiyane.”

Li gorî zanyarên wê ajansê ku ji çavkaniyeke Sûriyeyî wergirtine, di civînên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de li ser aloziyan nîqaş hatine kirin û soz hatiye dan ku rêyê li aloziyên ewlehiyê yên di navbera her du welatan de bigirin.”

Televîzyona nû ya Sûriyeyê pêr (Yekşem, 25ê Gulana 2025ê) parve kir, “Karwanekî Îsraîlê, ku ji 14 timbêlên serbazî û sê tankan pêk tê, li ser rêya navbera bajarkê Hemîdiye û avahiyê parêzgeha Quneytireyê li başûrê Sûriyeyê hatiye bicihkirin.”

Wê kanala televîzyonê amaje jî da, “Her ku diçe hêzên Îsraîlê çeperên xwe li devera tena zêdetir dikin, lê hîna jî çi ravekirineke fermî nehatiye dayîn.”

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne