Reuters: Bi Êrîşên Dijî Bingeha Leşkerî ya Amerîka ya li Îraqê 3 Karmend Hatin Kuştin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand bi roketan dijî bingeha leşkerî ya Amerîkî ya li Tacî ya li bakurê Bexda êrîş li dar ketine û bi kêmî ve du karmendên Amerîkî û yek Brîtanî hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan - Reutersê ji zarê karbidestên Amerîkî yên navên wan nehat eşkerekirin dîyar kir ku bi 15 muşkeên biçûk êrîş li dar ketine û di wan êrîşan de 10 kesên din jî birîndar bûne.

Wan karbidestan dan zanîn ku ew agahîyên pêşî yên ji herêmê ne û dibe ku hejmara kuştî û birîndaran biguherin.

Hîn nayê zanîn ku karmendên hatine kuştin leşker in yan karmendên sîvîl in.

Berdevikê Koalîsyona bi Pêşengîya Amerîka Myles Caggins ji Twitterê dîyar kir ku êrîş bi demjimêra herêmî di 19:35 de pêk hatîye û lêpirsîna ser wê didome.

Artêşa Îraqê piştî êrîşê dîyar kiribû ku ti kes nehatîye kuştin û birîndar nebûye.

Di rojên borî de jî dijî bingehên leşkerî yên Amerîkî yên li Îraqê êrîş li dar ketibûn.

Rêvebirîya Washingtonê bo êrîşên dijî bingehên wê komên girêdayî Îranê tawanbar dike.

Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist