Reuters: Amerîka dê heta 3 Mehan hin leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka dê hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê parek ji sê paran kêm bike.

Reutersê ji zarê karbidestekî Amerîkî dîyar kir ku Amerîka dê du sê mehên li pêş de hejmara leşkerên xwe yên li Îraqê daxe 3500’î.
Li Îraqê bo têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) niha 5200 leşkerên Amerîkî dimînin.
Karbidestên Iraq û Amerîka di meha Hezîranê de ser kêmkirina leşkerên Amerîkî yên li Iraqê daxuyanî dabûn.
Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Îraqê di Tebaxê de kom bûbûn, û Trump dîyar kiribû ku ewê leşkerê xwe ji Iraqê vekişînin.
Parlamanterên Îraqê jî di serê salê de bo vekişîna hêzên bîyan yên li welêt deng dabûn.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist