Reşîd Sofî koça dawî kir

.

Hunermend û muzîkjenê Kurd Reşîd Sofî koça dawî kir.

Li gorî zanyariyên berdest,  hunermendê Kurd Reşîd Sofî êvara îro li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.

Berî çend rojan, Rûdawê nûçeya nexweşbûna Reşîd Sofî belav kiribû ku rewşa wî ya tenduristî gelekî xirab e.

Reşîd Sofî xwediyê strana bi nav û deng “Xweziya hêvî pêk bihatana, rojên berê vegeriyana”  ji çend hefteyan ve rewşa wî têk çûbû.

Ew li Kobaniyê di bin çavdêriyeke tund a bijîşkan de bû.

Dr. Bextyar Midrisê ku çavdêriya wî dikir,ji Rûdawê re gotibû ku berî demekê nexweşiya pençeşêrê ya kezebê pê re çebûye wan ew biriye nexweşxaneyeke Şamê lê piştre ew dîsa anî Kobaniyê.

Reşîd Sofî, hunermendekî navdar bû, sohbet xweş bû, civata ku ew lê bûya, gelekî bikêf derbas dibû.

Reşîd Sofî, sala 1953 li Kobaniyê ji dayik bû.

Ji malbateke oldar bû, bavê wî miftiyê Kobaniyê bû.

Malbata wî hem malbateke hem dîndar hem jî muzîkjen e.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye