Rejima Sûrîyê, HSD bordûman kir

Îro roja çarşemê 27.11.2019an rejima Sûrîyê bi daxuyanîyekê aşkere kir wan Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) bordûman kirîye û nema rê didin HSD dilopeka nefta Tirkîyê bifroşe Tirkîyê.

Navenda Nûçeyan- Ajansa fermî ya Sûrîyê Sanayê belav kirîye hêzên rejimê çavdêrîya tanken neftê yên HSDê kirine li herêma Cezîreyê û berîya ku tank bigihên parzûngehên li Cerablûsê ji alîyê firokeyên rejimê va hatine bordûmankirin.

Herwiha ligor raporra Sanayê belav kirîye rejima Sûrîyê aşkere jî kirîye ew bi ti awayî rê nadin HSDê nefta Rojavayê Kurdistanê ji xwe ra bifroşe.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku berîya bi çend rojan hin tankêrên neftê li herêma Cerablûs û El Babê ji alîyê firokeyên şer va hatibûn bordûmankirin.  Rejima Sûrîyê piştrast kirîye ku hêzên wan ew tankerên neftê bordûman kirine.

 Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir