Rejîma Sûrîye êrîş li serbazên Tirkîye kir: 5 kuştî

Wezareta Bergirî ya Tirkîye ragihand: “Li Idlibê, di encama topbaran a rejîma Esed de 5 serbazên me hatine kuştin, 5 jî brîndar in”.

Navenda Nûçeyan - Di daxûyanîyê de hatîye: “Li Idlibê, li hemberî serbazên me yên ku dixwazin pevçûnan rawestîn in, ewleyîya sînorên me pêkbîn in, pêşî li koçberî û keraseta mirovî bigrin, ji alî rejîmê ve, di encama topbaran a bihêz de 5 serbazên me hatine kuştin, 5 jî brîndar in”.

Herweha hatîye destnîşankirin: “Li herêmê armancên hatine destnîşankirin, ku cihê topbaranê bûn e, bersivek tund hemberî wan hatine dan. Ew armanc hatine têkbiroin û tol a şehîdên me hatîye girtin. Xwîna wan dê li erdê nemîn e. Serbazên me derbasî rewşa awarte bûn e û bergirîya pêwîst hatîye wergirtin”.

Li devera Idlibê alozîya di navbeyna rejîma Sûrîye, Hêzên Rûsya û Tirkîye de ev çend roj in berdewam e. Şandek Rûsyayê jî, ji bo danûstandinan û rêgirîkirin li alozîyan zêdetir hatîye Enqere, lê kigor agahdarîyan heta niha tu encam ji hevdîtinan derneketin e.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin