Rejîma Îranê Nexweşxaneya Mehabadê kiriye cihê firotina madeyên hişber

.

Nexweşxaneya bajarê Mehadadê bi sedema arîşeya aborî û nebûna berpirsên kêrhatî, rastî astengiyan hatiye û bi awayekê ku xelkê wî bajarî rastî xisaran bûne.

Di vê nexweşxaneyê de sereketirîn dermanê bêhişkirinê dest nakeve û her di vê barê de, arîşeyên zêde bo xelkê çê bûne ku divê xelkê wî bajarî bona kirîna dermanan serdana bajarê Urmiyê bikin û li bazarên azad û bi nirxek bilind dermanên hewce dabîn bikin.

Sêroma xwarinê ya 6 rojî li bajarê Mehadabê dest nakeve û bona dabîn kirina wê dermanê xelk neçarin serdana bajarên Urmiye an jî Tewrêzê bikin û digel vê yekê jî textên razanê jî tev şikestine û her di vê peywendiyê de jî ti berpirsek amade bersivdanê nine.

Ev heyama salekê ye ku, dukanên hundrî nexweşxaneyê ji kesên xeyrî Kurd re firotine û heta niha çendîn caran jî sikalaya li ser vê yekê hatiye vekirin ku di nav wan dukanan de vexwarinên elkolî û madeyên hişber bi şêwazek azad tên firotin ku heta çendîn caran jî daxistine piştî derbasbûna çend demjmêran dubare her ev dukan vekirine.

Çavkanî:Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt