Rejîma Îranê li girtîgeha Îlamê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

.

 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 2 girtiyên Kurd ên bi navê Ednan Lebêkpûr û Riza bi tohmeta “kuştina biqest” li Girtîgeha Navendî ya Îlamê bi dar ve kirin.

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, roja Sêşemî, 17ê Gulana 2025an, rejîma Îranê 2 girtiyên Kurd Ednan Lebêkpûr û Riza (paşnavê wî nediyar e), ên ji bajarê Îlamê yên ji Rojhilatê Kurdistanê li Girtîgeha Navendî ya Îlamê bi dar ve kirin.

Hengawê diyar kir ku her du girtî berê di dosyeyên cuda de bi tohmeta “kuştina biqest” hatibûn girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî cezayê bidarvekirinê hatibûn kirin.

Her weha hat gotin ku heta niha jî medyaya rejîmê û nûçeyek derbarê bidarvekirina van girtiyan de belav nekiriye.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist