Rejîma Îranê girtiyekî Kurd ê Rojhilatî bi dar ve kir

.

Rejîma Îranê girtiyekî Kurd ê Rojhilatî, li bajarê Kerec yê Îranê bi dar ve kir.

Malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, girtiyekî Kurd bi navê Menûçêhr Kazimî, roja 11 vê mehê li girtîgeha Qizilhisar ya bajarê Kerec yê Îranê hatibû bidarvekirin.

Li gorî zanyariyan, nûçeya bidarvekirina wî welatiyê Kurd, piştî 5 rojan hatiye eşkerekirin.

Menûçêhr Kazimî, xelkê gundê Wermele yê bajarokê Hersîn yê Kirmaşanê bûye, 6 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî bi navê Mecîd Nadirî hatibû girtin û bi qîsasê hatibû mehkûmkirin.

Menûçêhr Kazimî, zewicî bû û keçikek wî hebû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin