Rêjîma Îranê dayîka şehîd “Şehriyar Mihemedî” binçav kirin

.

Mîna Sultanî, dayîka şehîd “Şehriyar Mihemdî” ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Bokanê de hate binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Roja Çarşemî 21ê Xermananê û li berdewamiya givaşên hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê bo ser malbatên şehêdan bi atybet malbatên şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê, de hêzên dije mirov ên ewlehî yên rêjîma Îranê, “Mîna Sultanî”, dayîka şehîd “Şehriyar Mihemdî” li bajarê Bokanê de binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Hêzên dijemirov ên ewlehî yên rêjîma Îranê li demjimêr 8ê şevê, bê belgeya yasayî êrîş kirine ser mala vê û ew binçav kirine.

“Mîna Sultanî” bi sedema mafxwazî û çalakiyên xwe li wan 2 salên derbasbûyî de çendîn caran rastî givaş û gefxwarinên dezgehên ewlehî yên rêjîma Îranê hatiye.

Şehîd “Şehriyar Mihemedî”, li 27 Xezelwera 1401 a Rojî  li pêvajoya şoreşa Jînayê li bajarê Bokanê de bi teqeya hêzên çekdare rêjîma Îranê ve bi dijwarî hate birîndarkirin ku li dema veguhastin bo nexweşxaneyê, şehîd bû.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin