Rêjîma Îranê 7 girtiyên din jî bidar vekirin

.

Li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê, 4 kes, li girtêgeh Dîzilabad a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê 2 kes û li girtîgeha rêjîmê li bajarê Taybadê de girtiyek din ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin.

Pêka raporên belavbûyî, sibêdeha roja Yekşemî “Xelîl Alîzêhî(Sergulzêhî), Emîr Mihemed Ferahanî, Secad Erzende yê temen 48 salî û Mihemedriza Husênzade yê temen 44 salî” li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê de ku pêştor bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, ji aliyê rêjîma Îranê ve, hatine bidarvekirin.

Herwisa li roja Çarşemî 12ê Befranbarê, “Mêysem Feraşî yê temen 29 salî û Riza Bextiyarî”, xelkê bajarê Kirmaşanê ku pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmeta kuştina bi zanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser wan welatiyan de hatibû sepandin, li girtîgeha Dîzilabad a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de hatine bidarvekirin.

Herwisa roja Şemî 15ê Befranbarê, “Remezan Tahirî” temen 31 salî, xelkê bajarê Elîgoderzê ku pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin li girtîgeha rêjîmê li bajarê Taybadê de hatiye bidarvekirin.

Bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê bi awayekî lezgîn berdewam e û her carê beşek ji zanyariyên bidarvekirinan eşkere dibin û berpirsên pêwendîdar û ragihandinê ser bi rêjîmê, nûçeya wan bidarvekirinan belav nakin.

Rêjîma Îranê bidarvekirina xelkê Îranê bi taybet xelkê Kurd û Belûç, wek alavek bo serkutkirin û tepeseriya zêdetir bi kar tîne.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin