Rejîma Îranê, 5 sal cezayê girtîgehê li mamosteyeke zimanê kurdî birî

.

 Endama çalak a Rêxistina Nûjînê û mamosteya zimanê kurdî Sirwe Pûrmihemedî ku beriya niha bi 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, ji aliyê dadgeha îstînafê ve 5 sal cezayê wê yê girtîgehê hat kêmkirin.

Li gorî raporeke ku gihîştiye destê Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê, mamostaya zimanê kurdî û endama rêxistina Nûjîn Sirwe Pûrmihemedî, ji aliyê dadgeha îstînafê ya Sineyê ve bi 5 salên girtîgehê hat mehkûmkirin. Ceza roja duşemê bi fermî ji parêzerên Sirwe Pûrmihemedî re hat ragihandin û dê di rojên pêş de were bicihanîn.

Sirwe Pûrmihemedî, par ji aliyê Şaxa 1em a Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ya bi serokatiya Dadger Karamî ve bi îdiaya “Ji bo têkbirina ewlehiyê xebitiye” mehkûmî 10 sal cezayê girtîgehê bûbû.

Hengaw bi bi bîr dixe ku ew, roja 29ê Çileya Paşîn a 2013an, piştî serdana dadgeha Sineyê ji bo lêkolîna dosyeya endamên girtî yên rêxistina Nûjînê ve, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat girtin.

Piştî 2 hefteyên binçavkirinê, di 24ê Çileya heman salê de ji beşa jinan a Girtîgeha Navendî ya Sineyê ku çapemeniya dewletê jê re dibêje “Navenda Çaksaziyê ya Senendecê”, bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.

Kurdistan Haberleri

Kongireya netewên Îrana Federal, piştevanî li nerizayatiyên xelkê kir
Tirkiye: Şertê serkeftina pêvajoya aştiyê bicihanîna peymana 10ê Adarê ye
Par 6 hezar 500 kesan ji Herêma Kurdistanê koç kiriye
Mustafa Ozçelîk: Bila 2026 bibe sala yekrêzîya kurdan, bila derîyê azadî, aştî, demokrasî û edaletê veke!
Rojev - Mijar: Hokar û armancên xwenîşandanên van rojan