Rêjîma Îranê 2 ciwanên Belûç bê ti hêcetekê kuştin

.

Hêzn hov ên întizamî yên rêjîma Îranê li başûrê parêzgeha Xurasanê de, bê huşdarîdan û agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li maşîna 2 ciwanên Belûç kirin û ew kuştin.

Pêka rapora” Kempêyna Çalakavanên Belûç” roja Pêncşemî 20ê Befranbarê, hêzên întizamî yên rêjîma Îranê li nêzî xala vekolîn a “Sehlabad”ê ser bi bajarê “Nehbendanê” li başûrê Xurasanê, bê ti huşdarîdan û agehdarkirina berê, teqe li maşîna hevwelatiyekî Belûç kirine ku li encam de 2 kesên li vê maşînê de demûdest hatine kuştin.

Pêka vê raporê “Emîr Mehmûdî”(Sinciranî) temen 30 salî kurê “Mensûr” û herwisa “Husên Saranîrad” ê temen 30 salî kurê “Seyîdxan”, ên xelkê gundê “Sehlabad”ê ser bi devera “Şosêf” a bajarê Nehbendanê ser bi parêzgeha Xurasanê, bi gulleyên şer, hatine kuştin

Pêka vê raporê li sala 2024 a Zayînî de 122 hevwelatiyên Belûç ji aliyê hêzên leşkerî û spaha pasdaran a terorîst ve li sînorên Belûçistanê de hatine kuştin û zêdetir ji 114 kes jî birîndar bûne ku ji vê amarê 8 jin û 14 zarok hatine kuştin û 7 jin û 8 zarok jî hatine birîndarkirin û herwisa li vê heyamê de 8 kes ên xelkê Efxanistanê jî hatine kuştin û zêdetir ji 16 kes jî birîndar bûne.

Kurdîstan Haberleri

Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor