Rejîma Esed gef li Amerîkayê xwar

Şêwirmenda Serokê Sûrîyê Buseyina Şaban gef li hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê û Dêrazorê dixwe û dibêje, ew ê li dijî wan dest bi şer bikin.

Navenda Nûçeyan- Şaban di daxuyanîyekê de ji bo medyaya Amerîkî ragihand, ti mafekî Amerîka li ser petrola Sûrîyê tine ye û eger ji Sûrîyê dernekeve, ewê li dijî hebûna wan hêzan dest bi şer bikin û got, divê xaka wan ji bin dagîrkarîya terorê, Tirkîyê û Amerîka derkeve.

Şêwirmenda Esed tekez kir, ku şer li ser wan hatîye ferzkirin û ew şer li dijî gelê Sûrîyê ye û ne li dijî Beşar Esed e.

Ev daxuyanîyên Şêwirmenda Esed de di demekê de ne ku Wezîrê Derve yê Sûrîyê, Welîd Muelim jî îro ragihandibû ku rêkeftina Soçî ya di navbera Rûsya û Tirkîyê de rastî şikestinê hatîye û niha yekane rêya çareserîyê rêbaza leşkerî ye.

Welîd Muelim herwiha îddîa kir ku ji ber ku sîyaseteke sîstematîk a cêgir li cem Kurdan nîne, danûstandinên Şamê bi Kurdan û YPGê re hatin rawestandin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist