Rêberên Amerîka û Erebistana Saudî Ser Îranê Diaxifin

.

Serok Joe Biden û Qralê Erebistana Saudî Selman bi rêka telefonê axifîn.

Qesira Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku Serok Biden ji Qral Selman re gotiye ku ew hewil dide ku peywendîyên dualî bi qasî ji dest wan tê xurt û zelal bikin.

Li gor daxuyanîyê, Biden ji Qral Selman re gotiye ku Amerîka girîngîyê dide mafên mirovan û hebûna hiqûqê.

Her du rêber ser peywendîyên Amerîka û Erebistana Saudî yên dijî komên girêdayî Îranê jî peyivîne.

Ajansa dewletê ya Erebistana Saudî jî da zanîn ku Qral Selman û Biden ser kiryarên Îranê yên zararê didin herêmê axifîne.

Ew ajans radigihîne ku Qral Selman ji Biden re dîyar kiriye ku ew dixwazin ku li Yemenê çareserîyeke sîyasî ya berfireh çêbe û li wir êdî aramî û ewlekarî hebe.

Qral Salman ji Biden re daye zanîn ku divê ew bo ewlekarî û îstiqrara herêmî û navneteweyî hevkarîya xwe xurttir bikin.

Berî axaftina her du rêberên, wezîrên derve yên Amerîka û Erebistana Saudî jî peyivîn.

Her du wezîr ji destpêka rêvebirîya Biden cara sêyan axifîn.

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene