Rêber Ehmed: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî azadiya derbirînê ye

.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi azadiya derbirînê û gihandina zanyariyan bo rojnamevanan. 

Rêber Ehmed îro 27ê Adarê di konferanseke rojnamevanî de got: “Medya bi pênaseya xwe hêza çarem e û di nav wê çarçoveyê de jî rêz lê tê girtin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pabend e bi azadiya raderbirînê û gihandina zanyariyan bo hemû rojnamevanan.”

Got jî: “Yasayên ku li parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser tên kirin, ev derfet ji medyayê re peyda kiriye. Rola medyayê jî ji bo parastina lihevhatina civakî, gihandina agahiyên pêwîst ji civakê re û naskirina diyardeyên neşîrîn, ji bo çareseriyên guncayî ji wan re bên dîtin.”

Wezîrê Navxwe got jî: “Kesek ji me ne li dijî wê bû ku medya behsa bûyerên rojên borî bike. Lê belê divê diyardeyên nexweş bi her kesî re bên raberkirin, da ku careke din dubare nebin.”

Herwiha got: “Daxwaza me ji medyayê ew e, ji kerema xwe ji bo zêdekirina temaşevan û şopînerên kuştinan neşopînin. Di şûna wê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, romala wan bûyeran bikin. Ji kerema xwe re di bernameyên xwe de, rola polîs, dozger û bijîşka dadî negirin û rasterast bi sûcdaran re neaxivin, ji ber ku ew dihêle ku sûcdar sûcê xwe rewa bike.”

Kurdistan Haberleri

Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc
Îranê hişyarî da Herêma Kurdistanê