Rêbaz Hemlan: Serokwezîr Mesrûr Barzanî got em êdî ji ber bûdcê li benda Bexdayê namînin

.

Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragihand, serokwezîr Mersûr Barzanî ji berpirsên hikûmetê re gotiye êdî em li benda Bexdayê namînin û emê bi xwe bûdceya xwe amade bikin û mûçeyê karmendên xwe bidin.

Alîkarê serokê hikûmeta Kurdistanê di karûbarên darayî de, Rêbaz Hemlan li ser çaksazî û amadekirina bûdce û mûçeyê karmendên Kurdistanê ji televîzyona K24 re axiviye û agahiyên girîng daye.

Rêbaz Hemlan li ser mûçe û bûdceya Kurdistanê gotiye, serokwezîr Mesrûr Barzanî ji wezîr û berpirsên hikûmetê re got êdî nabe em li benda Bexdayê bimînin ka dê bûdce bide yan na. Emê bi wê dahata ku di destê me de heye, bûdceya xwe amade bikin û mûçeyê karmendên xwe bidin. Eger Bexdayê jî pişka Kurdistanê da wê çaxê dê bibe piştevaniyek mezin bo Kurdistanê.

Alîkarê serokê hikûmetê behsa çaksazî di hemû waran de bi taybet di sektora neftê de jî kiriye û gotiye, bi fermana serokê hikûmetê, hikûmet tê biçûkkirin û çakasiya herî mezin û girîng jî di sektora neftê de tê kirin. Dê tevahiya rêkeftinên firotina neftê li ber çavan re bên derbaskirin û şêwaza firotina neftê jî dê were guhertin.

Kurdistan Haberleri

Kürtler "Barış Süreci"nin neresinde konferansı
PWKyîyan Li Qoserê Belavokên Salvegera 2 Salîya Damezrandina PWKyê Belav Kirin
Fransa cihên nû ji bo danûstandinan di navbera Şam û HSDê de pêşniyar dike
PKKyê xalên xwe yên kontrolê yên li Şingalê radestî hêzên Iraqî kir