Rêbaz Hemlan: Serok Barzanî peyam, xewn û armancên gelê Kurd gihand hemû cîhanê

.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ragihand, Serok Barzanî peyam, xewn û armancên şoreş û têkoşîna gelê Kurd gihand hemû cîhanê.

Rêbaz Hemlan bi boneya salvegera referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” peyamek belav kir, “Roya referandumê ti carî naçe ava.”

Hemlan tekez kir: “Referandum encama têkoşîn û xwîna şehîdan û Pêşmergeyên ku hertim li qada şer in. Referandûm bi serokatî û pêşmergeyekî ku xem û dîroka miletekî anî malên xwe hat birêvebirin.”

Her wiha got: “Serok Mesûd Barzanî di referandumê de erkê xwe yê niştimanî bi cih anî, peyam, xewn û armancên şoreş û têkoşîna gelê Kurd gihand hemû cîhanê.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Roj dê were ku referandum bibe çarenivîsa miletê me, bibe bersivek ji dijberên wî re û şanaziyeke mezin ji bo alîgirên wî û dibe roja karnavala neteweyî bo nifşên paşerojê.”

Kurdistan Haberleri

Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin
Şeybanî û şandeyeke Îsraîlê li Parîsê civiyan
Kawa Ezîzî: Divê ENKS, MSD û HSD bibin yek
ÎYÎ Partiyê piştgirî neda pêvajoyê: Rêxistinên Mêrdînê îstifa kir