Rêbaz Hemlan: Çend rojên din Hewlêr û Bexda rêkeftinek nû li ser bûdceya Kurdistanê îmze dikin

Berpirsekî hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di çend rojên bê de Hewlêr û Bexda dê rêkeftinek nû li ser bûdceya sala 2020 ya Herêma Kurdistanê îmze bikin.

Navenda Nûçeyan- Cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê di karûbarên darayî de, Rêbaz Hemlan ji televîzyona K24 re gotîye, çend rojên din Hewlêr û Bexda dê rêkeftinek nû li ser mûçe û bûdceya Kurdistanê îmze bikin.

Rêbaz Hemlan daye zanîn, bi wê rêkeftinê mûçeyê karmendên Kurdistanê dê misoger bibe.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa jî ji BasNewsê re gotibû, ji destpêka sala nû de Herêma Kurdistanê dê rojane 250 hezar bermîl petrol bide Bexdayê, Bexda jî dê mehane tirîlyonek dînar bide Hewlêrê.

Faris Îsa her wiha gotibû, roja 1 Kanûna îsal dê şandeka Kurdistanê here Bexdayê û beşdarî nivîsandina reşnivîsa bûdceya sala 2020 ya Iraqê bibe.

 Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist