Rayedarê Amerîkayî li ser hilbijartinên Rojava û vekişînê çi got?

.

Rayedarê bilind ê Amerîkayî Ethan A. Goldrich got ku Amerîka nafikire ji Rojavayê Kurdistanê vekişe û divê hilbijartin neyên kirin.

Alîkarê Misteşarê Karûbarên Rojhilata Nêzîk ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan A. Goldrich pirsên nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde bersivandin.

“Em nafikirin ku ji Sûriyeyê vekişin”

Ethan A. Goldrich li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê got:

“Em nafikirin ku ji Sûriyeyê vekişin, em difikirin ku peywira xwe ya rêlibergirtina vejîna DAIŞê bi hevkarên xwe yên herêmî re bidomînin.

Beşeke polîtîkaya me ew e ku DAIŞ careke din ranebe ser xwe.

Hebûna me ya li Sûriyeyê ji bo rêlibergirtina vejîna DAIŞê ye û em ji bo vê armancê bi şirîkên xwe yên cihî re dixebitin.”

“Em ti carî pêwendiyên xwe û rejîmê asayî nakin”

Ethan A. Goldrich li ser pêwendiyên Amerîka û Sûriyeyê jî da zanîn:

“Em piştgiriyê nadin normalkirina pêwendiyên bi rejîmê re û em ti carî pêwendiyên xwe û rejîmê asayî nakin.”

Rayedarî Amerîkayî diyar kir ku ew yekîtiya Sûriyeyê diparêzin û li pey çû:

“Çareseriya me ew e ku hemû Sûriyeyî di avakirina paşeroja welatê xwe de xwedîdev bin.”

“Divê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hilbijartin neyên kirin”

Rêveberiya Xweser ragihandibû ku ew dê hilbijartinên şaredariyan bikin lê paşê hilbijartin taloqî tebaxê kiribûn.

Ethan A. Goldrich got ku divê li Rojavayê Kurdistanê hilbijartin neyên kirin û pê de çû:

“Em ji ber egera kirina hilbijartinan dilgiran in.

Li gorî me atmosferek nîne ku hilbijartinên azad, şefaf û lixwegir bên kirin.

Em difikirin ku şert û merc ne guncav in û li gorî me divê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hilbijartin neyên kirin.”

Divê were gotin ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 900 leşkerên Amerîkayê hene.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin