Rapor | Di nav 47 welatên endamê Konseya Ewropayê de herî zêde girtî li Tirkiyê ne

.

Di rapora Konseya Ewropayê de hat eşkerekirin ku di nav 47 welatên endam de, herî zêde girtî li Tirkiyê ne ku li gorî serjimariya xwe di rêza yekem de ye.

Konseya Ewropayê Rapora Amarên Girtîgehan a sala 2020an weşand. Rapro li gor zanyariyên rêveberiyên 52 girtîgehan ên li 47 welatên endam hatiye amadekirin.

Hejmara girtiyên li zindanên welatên Ewropayê ji sala 2013an ve berdewam kêm bûye ku li gor amaran, li 51 girtîgehan bi giştî 1 milyon û 528 hezar û 343 girtî hene û li gor sala borî ev hejmar bi rêjeya ji %1,7 kêm bûye.

Herwiha welatên ku herî zêde girtî lê hene wek Tirkiye, Rûsya û Gurcistan hatine eşkerekirin ku li Rûsyayê 519 hezar û 618 kes, li Tirkiyê 297 hezar kes, li Brîtanya 91 hezar û 870 kes, li Polonya 74 hezar kes, li Fransa 70 hezar û 651 kes, li Almanya 63 hezar û 399 kes, li Îtalya 61 hezar kes, li Îspanya 58 hezar û 372 kes û li Ukraynayê jî 52 hezar û 609 kes di girtîgehan de ne.

Di raporê de hatiye gotin, Tirkiye di warê ceza û zindanîkirina bi tomet an jî tawana “teror”ê de, bi 29 hezar û 827 girtiyan û bi rêjeyeke zêde di rêza yekem de cih digire. Fransa bi 292 girtiyên bi tometa “teror”ê di rêza duyem de ye û Îspanya jî bi 209 girtiyên bi heman tometê di rêza sêyem de ye.

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin