Rapirsî: Dengên AKP û MHPê kêm dibin

.

Serokê Kompanya Lêkolînan a Avrasyayê Kemal Ozkîraz li ser hesabê xwe yê medya civakî daneyên rapirsiya xwe ya herî dawî di bernameyeke weşana zindî de eşkere kirin.

Li gor Ozkîraz, rêjeya kesên bêbiryar û yên dibêjin deng nadin balê dikşîne. Li gor anketê, di belavkirina rêjeyî de AKP û MHP ji sedî 42,5ê dengan bi dest dixin.

Ozkiraz dibêje: “Li gor daneyên xam ên anketa me ya dawî, ÎYÎ Partî û Partiya DEVA pêş dikevin. Ev yek jî pêşan dide ku desthilata rastgir gelekî bilez ber bi ketinê ve diçe.”

Encamên rapirsiyê wiha ne:

AKP: 26.2

CHP: 17.4

Bê biryar: 14.8

ÎYÎ Partî: 12.2

HDP: 9.9

Yên deng nadin: 8.4

MHP: 7.2

Partiya DEVA: 1.8

Yên din: 0.9

Tabloya piştî belavkirina bêbiryaran:

AKP: 33.9

CHP: 22.5

ÎYÎ Partî: 15.8

HDP: 11.9

MHP: 8.6

Partiya DEVA: 3.0

Yên din: 0.9

Partiya Pêşerojê: 0.7

Partiya Seadetê: 0.7

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist