Rapbêjên kurd wê dîsa bavêjin ber hev

Rapbêj Xem, Reqso, Ronî Artîn û Adar dîsa ji bo şevbuhêrka rapbêjan derdikevin ser dikê. Di bernameyê de her weha wê Vedat Yildirim û Harûn Elkî jî stranên xwe bistirên.

Navenda Nûçeyan- Rapbêj Xem, Reqso, Ronî Artîn û Adar piştî demekê dîsa bi hev re di bin navê “Kurdish Rap Night”ê de wê şevbuhêrkekê li dar bixin. Bernameya rapbêjan wê di 15ê Kanûna Pêşîyê de li Sanat Performance-a Beyogluya Stenbolê bi rê ve biçe û rapbêj wê stranên xwe yên rapê yên kurdî bibêjin.

Di heman bernameyê de wê Vedat Yildirim û Harûn Elkî jî derkevin ser dikê û weke du hunermendên mêvan wê stranan bistirên.

Bername wê saet di 21.00ê de dest pê bike û Deno Ozer wê pêşkêşvanê wê be.

XEMî di hevpeyvînekê de ji bianetê re li ser rewşa Rapa kurdî gotibû: 

Ez dikarim navê 8 rapbêjan bihejmêrim ku ew li Stenbolê dijîn. Em hene lê li platformên mûzîkê nînin. Ez her dem hewil didim guvaşê li ser hevalên xwe jî çêbikim ku ew jî berheman çêbikin. Em distirin, lê li platformên mûzîkê nînin. Ez gelek dixwazim dostên wek Ronî Artîn û Reqso jî berheman derbêxin. Ez qebûl dikim ku civata guhdaran û pîyasaya rapa kurdî nîne. Lê divê ya kêm li platformên mûzîkê 10-15 nav hebin, ev yek reqabetê çêbike û bi reqabetê pîyaseyek çêbibe. Rapbêj ji berîya dest bi gazindên ji guhdaran bikin divê erkên xwe bi xwe pêk bînin. Çar sal in ku em nikarin behsa berhemeka nû ya rapê bikin.

Rapbêj di sala Hezîrana 2018ê de û Çirîya Pêşîyê ya 2019ê de bi heman konseptê du konser li dar xistibûn.

Çavkanî: Bianet

 

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!