Qurbaniyên êrişa Tirkiyê li Kobaniyê hatin veşartin

.

 Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê sê qurbaniyên êrişa bi dronê ya Tirkiyê bi merasîmeke mezin hatin veşartin. Di êrişa Tirkiyê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û du ji wan duh li gundekî ser bi Eyn Îsayê ve hatibûn veşartin.

Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê roja 25ê vê mehê li herêma Kobanî malek bombeberan kiribû û di encamê de bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Cenazeyên welatiyên bi navên Murhif Xelîl Ibrahîm û Welîd Mihemed Minla Hisên bi merasîmekê li gundê El-Ehmediyê yê ser bi navçeya Eyn Îsayê ve hatibûn veşartin.

Li Kobanî îro jî ji bo her sê qurbaniyên din ên êrişa Tirkiyê merasîmeke mezin hat sazkirin û cenazeyên Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanî û Rojîn Ehmed Îsa li Goristana Şehîd Dîcle ya dikeve başûrê Kobanî hatin veşartin.

Li gor zanyariyan ew her pênc qurbaniyên êrişa Tirkiyê endamên `Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê` bûn.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî jî derbarê êrişa Tirkiyê ya li Kobanî peyamek belav kir.

General Mezlûm Kobanî di peyama xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku “siyaseta Tirkiyê ya tirsandina sivîlan û kiryarên dijminatiyê rawestîne ku aramiyê têk didin.”

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin