Qubîn: Êzîdîyên Şingalê zahmetî dikşinin ku tenê bi kurdî dizanin

Êzîdîyên ku di 2014ê de ji ber zilma DAÎŞê ji Şingalê revîyan û hinek ji wan hatin li navçeya Qubîn/Beşîrî ya Elîhê ya Bakurê Kurdistanê bi cî bûn ku hijmara wan 140 kes in; di şertên pir xerab û dijwar de dijîn.

Hat ragahandin Êzîdîyên ku di 2014ê de ji ber zilma DAÎŞê ji Şingalê revîyan û hinek ji wan hatin li navçeya Qubîn/Beşîrî ya Elîhê ya Bakurê Kurdistanê bi cî bûn ku hijmara wan 140 kes in; di şertên pir xerab û dijwar de dijîn.

Ji alîkî ve ji ber ku tirkî nizanin ji alîyê din ve jî ji bo ku debara xwe nikarin bikin zahmetî dikşînin. Ew û zarokên xwe bi tenê kurdî dizanin, zarokên wan ev du sal in ji dibistanê bêpar in. Ne dibistanên kurdî hene, ne jî wan dişînin dibistanên tirkî.

Hatim Şemo yê ku di kampekê gund de di bin konê de djîî dibêje; "debara wan tenê ew alîkarîya ku Hîva Sor dide wan, bi hatina zivistanê dê jiyana wan hin dijwartir bibe; ne cilên wan yên zivistanê ne jî sotemenîya wan hene û ji ber ku konên wan jî ne mezbût in bi baranê ve av dikeve binê wan û ew perîşan dibin!"

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist