Qûbad Talebanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li Hewlêrê civiyan

,

 Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re civiya.

Di civîna ku li Hewlêra paytext hat lidarxistin de, pêşhatên herêmî û herwiha pêwendiyên Tirkiye û Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê yê Tirkiyeyê de hat gotin:

“Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li Hewlêrê tevî Sererkanê artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak hevdîtinên xwe didomîne.

Wezîr Yaşar Guler bi Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî re jî hevdîtinek pêk anî.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şandeya pê re destpêkê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serok Mesûd Barzanî re civiya.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist