Qubad Talebanî: Êrîşa li ser Liqa PDKê û Ala Kurdistanê nayê qebûlkirin

Qubad Talebanî: Êrîşa li ser Liqa PDKê û Ala Kurdistanê nayê qebûlkirin

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser şewitandina Ala Kurdistanê û baregeha Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê ragihand: “Êrîşkirina ser baregeha PDKê ya li Bexdayê, nayê qebûlkirin.”

Qubad Talebanî di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Şewitandina Ala pîroz a Kurdistanê ku sembola mezin a gelê me ye û herwiha êrîşkirina ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê bi awayekî neyasayî û neşaristanî, cihê qebûlkirinê nîne û êrîşkirina ser hemû pîrozî û baregehên Kurdistanî yên li paytexta federaliya Iraqê ye.”

Talebanî eşkere kir: “Ez bi tundî vê kiryarê şermezar dikim û em ji hêzên Iraqî yên hevpeyman û dostên xwe yên li Bexdayê daxwaz dikin ku li ser vê bêrêzîkirinê dengê xwe bilind bikin ku binpêkirina mezin a yasa û destûr û sîmaya pirrengiya Iraqê ye û zalkirina hêza çek e bi ser mentiqê eql û diyalogê de. Ev jî me dixe ber berpirsyariya mezin a yekrêzî û yekhelwestiya kurd ji bo rûbirûbûna metirsiyên li ser me, ku îro gelê me ji hemû deman zêdetir, pêwîstiya me bi yekrêzî û tebayî heye.”

 

Kurdîstan Haberleri

Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor