Qubad Talabanî: Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ragihand ku şandekH Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêşxistina pêwendîyên di navbeyna Herêma Kurdistanê û Iraqê de, diçe Bexdayê.

Navenda Nûçeyan- Herwiha Qubad Talabanî aşkere jî kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dana mûçeyên fermanberan de berdewam dibe û tu egerek jî nîn e,  ji bo paşkefta mûçeyên sê mehên dawî, yên îsal.Herwiha wan di sala 2019an da di her mehê da mûçeya fermanberan daye. Ew ê sala dahatû jî bidin.

Tê çaverêkirin şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û pirsên bûdçeya sala 2020an, guhertina destûra Iraqê û pirsên emnî ligel Hikûmeta Federal a Iraqê gotûbêj bike.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist