Qubad Talabanî: Herêma Kurdistanê hewl dide sûd ji ezmûnên welatan werbigre

Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa peyvendîyên navbera desthilata baş û aştîya navçeyê dike û got, nabe pirsgirêkên kevin bo naha bibin bahane.

Navenda Nûçeyan- Îro 19.11.2019ê li zankoya Amerîkayê ya li Duhokê Dîdara Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn destpê kir û di panela yekem de cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Qubad Talabanî beşdar bû ragehand, peyvendî di navbera seqamgirî û îdareya baş de heye. Eger îdareya baş nebe û xizmet neyê kirin, xelk nerazî dibe û welat jî neseqamgîr dibe.

Talabanî pêwîst zanî ku nakokîyên kevin nebin bahane bo naha.

Cîgirê serokê hikûmetê dîyar kir, di sala 2014ê de û piştî birîna budce li Bexdayê û şerê DAIŞê û hatina pêla penaberan û koçberan ku naha Duhok qurbanê wê yê yekem e ji ber hatina zêde ya koçberan, herwaha şoka daketina nirxê neftê, li gel nakokîyên sîyasî yên navxwe ku car caran wekî kurd em rastî tên, ev hemû rewşekî gelek mezin bûn û erkê ser milê me bû ku em tekoşînê li hember gendelîyê bikin, ji ber proseya çaksazî destpê kir û hin ji xercan jî bi wî rengî hatin kêmkirin.

Talabanî got, hikûmeta herêma Kurdistanê hewl dide sûd ji ezmûnên welatan werbigre.

Derbarê Bexdayê de jî amaje bi wê yekê kir ku naha li Bexdayê hin berpirs difikirin, pare bidin xelkê ku nerazîbûnan rawestînin. Lê ev seqamgirîyê bo welat nayne, pêwîstî bi pêngavên stratejîk û başkirina xizmetan heye, herwaha pêşxistina sektorên tenduristîyê û perwerdê heye.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir