Qonaxa duyem a karên lijneya nûjen kirina destûra Iraqê destpê dike

Seroka fraksîyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Vîyan Sebrî ragehand, dest bi qonaxa duyem a sererast kirin û nûjen kirina destûra Iraqê dê bê kirin.

Navenda Nûçeyan- Vîyan Sebrî ji BasNewsê re ragehand, pêdeçûn bi temamê madeyên destûrê de hatîye kirin û beşek ji karên proseya sererast kirin û nûjen kirinê jî temam bûne.

Vîyan Sebrî got, kar kirina lijneya sererast kirina destûrê ku li parlamentoyê ve biryar li ser hatîye dayîn, dê bi rêkeftin birêve biçe.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir, ku sererast kirina destûrê li gor madeya 142 ya destûrê dê bê kirin û li gel destpê kirina dema yasa danînê de lijne dê dest bi karên qonaxa duyem a sererast kirin û nûjen kirinê bikin.

Destûra Iraqê sala 2005ê de ji alîyê piranîya hemwelatîyên Iraq û herêma Kurdistanê ve hate pejirandin û li gor destûrê mana Iraqê wek yek parçe bicîhanîna madeyên wê destûrê ve girêdayîye.

Di destûra Iraqê de gelek made hene bo dana mafên aborî, sîyasî û netewî ji gelê Kurdistanê re û ya herî giring jî madeya 140 ku taybet bo asayî kirin, serjimêrî kirin û encamdana rapirsî û referandûmê ye ku navçeyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê biryar bide gelo dê bin desthilata Iraqê de bimîne yan girêdayî herêma Kurdistanê ve be.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da