Qeyûmê Amedê navê 'Zarokistanê' guherand

.

 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê tabeleya rawzaya Zarokistanê ya li navçeya Rezanê guherand.

Qeyûmê Amedê, tabeleya Kurdî ya Zarokistana ku di sala 2014an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li taxa Bagcılar a navçeya Rezanê hatibû vekirin rakir û li cihê wê tabeleya ku bi tirkî “Bağcılar Kreş ve Gündüz Bakımevi” hatibû nivîsandin daleqand.

Tenê li cihekî tabelayê bi tîpên biçûk bi Kurdî “Mala Zarukan” hat nivîsandin ku peyva “zarokan” jî bi awayekî şaş wek “zarukan” hatiye nivîsandin.

Rawzaya Zarokistanê ya ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hatibû vekirin jî 8ê Kanûna 2016an ji aliyê qeyûmê ku tayînî şaredariyê hatibû kirin ve hatibû girtin û hemû xebatkarên wê ji kar hatibûn derxistin.

Zarokistan ji aliyê şaredariyên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ve hatibûn vekirin û dihatin pîştgirîkirin. Perwerdeya wan bi Kurdî bû û bernameya perwerdeya wan ji aliyê Rêveberiya Perwerdeyê ya Bajêr ve dihat kontrolkirin.

Kurdistan Haberleri

PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn
Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir