Qeyûm tayînî şaredariyên Êlih û Xelfetiyê jî hat kirin!

.

 Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatiye kirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Li gorî daxuyaniyê, Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Ahmet Turk hatiye tayînkirin.

Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bûye qeyûm.

Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.

Wezaretê Ahmet Turk, Gulistan Sonuk û Mehmet Karayilan bi endamtiya PKKyê tohmetbar kirin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li ser tayînkirina qeyûm got, “Em qet milê xwe danaynin, em destûrê nadin ku îradeya gel were xespkirin.”

Paralementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê jî got:

“Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin ku piştî 8 salan bi îradeya gel hatibû standin.

Tayîkirina li şûna kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin li derveyî hiqûq, exlaq û demokrasiyê ye.

Rastiya ku ev desthilat bi salan e vîna gel nas nake bi polîtîkaya faşîst a qeyûman şênber bûye.

Em qeyûm qebûl nakin, em dê destûrê nedin xespê.”

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin