Qeyûm tayînî Şaredariya Miksê hat kirin

.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariyê Miksê ya navçeya Wanê Kir.

Sala 2015an dema Ayvaz Hazir wekî karmendê şaredariyê dixebitî bi îdiaya “tevî ku ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê tawan kiriye” doz hatibû vekirin.

Piştî 9 salan dema Ayvaz wekî Hevserokê Şaredariya Miksê hat hilbijartin Dadgeha 4emîn a Cezayê Giran a Wanê biryara cezakirinê da.

Li gorî biryara dadgehê ji bo Hevserokê Şaredariya Miksê Ayvaz Hazir 3 sal û 11 meh cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku ji ber ku Ayvaz Hazir ceza wergirt li şûna wî Qeymiqamê Miksê Harun Arslanargun wekî qeyûm hatiye tayînkirin.

Şaredariya Miksê salên dirêj di destê AK Partiyê de bû û sala 2014an Mehmet Garîp Aykut ji BDPyê wekî hevserokê şaredariyê hatibû hilbijartin.

Piştî 10 salan 31ê Adara îsal berbijêrê DEM Partiyê bi ser ket.

Biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê heta niha qeyûm tayînî 7 şaredariyan hatine kirin ku ji wan 5 ên DEM Partiyê ne.

Kurdistan Haberleri

Amnesty: Îranê rekora sêdaredanê şikand; îsal zêdetirî 1000 kes li sêdarê dane
Serok Barzanî bangî meleyan kir: Li dijî madeyên hişbir derkevin
Hakan Fîdan: Divê YPG ji herêmên ku Ereb li wan hene vekişe
100 hezar şervan dê çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?
Bloomberg: Tirkiye plan dike ku çekan bide Sûriyeyê û li dijî HSDyê hevkariyê bike