Qeyûm staja mecbûrî ya 141 xwendekarên lîseyê betal kir

Qeyûmê Amedê serlêdana staja mecbûrî ya 141 xwendekarên lîseyê ku di dema hevşaredar Mizrakli de hatibû qebûlkirin, bi hinceta ku ‘Budçe kêm e’ betal kir

Qeyûmê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu ku di roja duyemîna a tayînkirina xwe de 29 karmend ji kar dûr xistin û 8 karker û 2 şêwirmend jî ji kar derxistin, niha jî xwendekarên stajyer xistine hedefa xwe.

 

Xwendekarên pola dawîn ên lîseyên pîşesaziyê, beriya ku hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ji peywirê bê girtin, ji bo ku staja xwe ya mecbûrî bikin serî li şaredariyê dabûn. Li ser serlêdana xwendekaran, biryar hat dayîn ku 96 xwendekar li şaredariyê û 45 xwendekar jî li Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) staja xwe bibînin.

 

Xwendekarên ku amadekariyên destpêkirina staja xwe dikirin, agahiyên ku staja wan hatiye rawestandin bihîstin. Li ser vê yekê jî xwendekar tevî dayik û bavên xwe çûn şaredariyê û xwestin agahî bigirin. Rayedarên şaredariyê ji xwendekaran re got ku stajên wan hatine rawestandin. Çend roj piştre jî qeyûm bi hinceta ‘budçeya kêm’, staja 141 xwendekaran betal kir.

 

Xwendekara Lîseya Pîşeyî û Teknîkê ya Anadoluyê ya Şehîtlîk a Navçeya Yenîşehîrê Arjîn Demîrbaş axivî û diyar kir ku wan li gel ku serlêdana xwe beriya tayînkirina qeyûm kiriye jî, qeyûm bi hinceta ‘Budçeya kêm’ serlêdana wan betal kiriye. Demîrbaş got ku heke ew stajê nekin, dê ji polê derbas nebin û keda wan salekê jî biçe avê.

 

E-ROJNAME

 

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî