Qesira Sipî: Serok Trump Dê Çend Rojan li Nexweşxaneyê Bimîne

Qesira Sipî ragihand ku Serok Donald Trump, ku bi vîrusa korona ketiye, dê çend rojan li nexweşxaneyê bimîne.

Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku Serok Trump li ser pêşnîyaza doktoran, bo tedbîrê dê derbazî nexweşxaneyê bibe.

Kayleig McEnany da zanîn ku Trump dê li Nexweşxaneya Leşkerî ya Walter Reed ya li Bethesda ya eyaleta Maryland, ku cîrana Washington ya paytext e, di odeyeke taybet de bi cîh bibe.

Wê got ku morala Trump rind e û ew dê xebatên xwe ji nexweşxaneyê bidomîne.

Doktorê Donald Trump, Sean Conley jî dîyar kir ku Trump xwe betilî hîs dike, lê morala wî baş e.

Conley da zanîn ku li ser Xanima Yekê Melania Trump jî kuxik û serêşîyeke sivik heye û got ku testên vîrusa korona yên zave û zarokên wê û Donald Trump negatîf derketine.

 

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene