Qehweçî: Emê bo qanûna reforman bi firaksîyonan re hemahengîyê bikin

Sekretera parlementoya Kurdistanê ragihand, bo pesendkirina pirojeqanûna reforman dê hemahengîyê bi serokên firaksîyonan re bikin.

Navenda Nûçeyan- Sekretera parlementoya Kurdistanê ragihand, bo pesendkirina pirojeqanûna reforman dê hemahengîyê bi serokên firaksîyonan re bikin.

Sekretera parlementoya Kurdistanê, Muna Qehweçî ji BasNewsê re got, her gava hikûmeta Kurdistanê pirojeqanûna reforman şand parlementoyê emê demildest dest bi rêkarên pesendkirina wê bikin.

Muna Qehweçî her wiha got, emê bi serokên firaksîyonan re bicivin û bi wan re hemahengîya pêwîst bikin, ji bo ku pesendkirina wê qanûnê gîro nebe.

Hikûmeta Kurdistanê ragihandîye, di demek nêzîk de dê pirojeqanûna reforman bişînin parlementoyê.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist