Qedexeya li Rojavayê Kurdistanê ji îro ve dest pê dike

.

Qedexeya giştî ya ji bo 10 rojan li HesekeQamişloTebqa û Reqayê hatiye ragihandin, îro ket warê bicihkirinê.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser roja 21 vê mehê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ji bo berjewendiya giştî û li ser biryarên Şaneya Krîzê, qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê tê ragihandin.

Li gor biryara qedexeyê:

- Qedexeya giştî ji 26ê Mijdarê û heta 5ê Berçile li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê tê ragihandin.

- Di heyama qedexeyê de, hemû dibistan, zanîngeh û dayingeh li hemû navçeyên Rêveberiya Xweser tên girtin.

- Tevgera çûnûhatina otombîlan li navçeyên Rêveberiya Xweser tê qedexekirin. Tenê tevgera bazirganiyê berdewam dibe.

- Hemû sazî û dezgehên fermî tên girtin, ji bilî saziyên xizmetkariyê.

- Di heyama qedexeya giştî de, hemû avahiyên saziyên fermî û dibistan tên pakkirin.

- Saziyên ragihandinê kar li ser hişyarkirina welatiyan û pabendbûna bi rênimayên xweparêziyê dikin.

- Biryara qedexeyê li nexweşxane û firneyan bicih nabe. Ji bo dermanxaneyan jî, tîmên tendirustiyê karê wan birêk dixe.

- Asankarî ji tevgera cotkaran û firoşkarên sotemeniyê re tê kirin.

Di derbarê qedexeyê de, Cîgira Hevserokatiya Desteya Tendirustiye Bêrîvan Derwîş berî du rojan ji K24ê re ragihandibû: “Heger rêjeya pêketinan zêde bibe, em ê qedexeyê dirêj bikin. Heger kêm bû jî, dibe ku em qedexeya sînordarkirî rabigihînin.”   

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê