Qedexeya çalakiyan li 12 bajarên Bakurê Kurdistanê hat dirêjkrin

.

Li 12 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dema qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş 3yê Hezîranê bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji kar hat dûrxistin.

Mehmet Siddik Akiş heman rojê hat desteserkirin û dîsa heman rojê Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li cihê wî wekî qeyûm hat danîn.

Piştî danîna qeyûm DEM Partiyê biryar da ku li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.

Piştî biryara DEM Partiyê ji bilî Colemêrgê li çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Bi armanca rêgirtina li ber xwenîşandan û çalakiyên li 12 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dema qedexeyê 5 rojan hat dirêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin