Qaymeqamê Şingalê: Sedî 80 ew erebên vegeriyane Şingalê DAIŞî û paşmayên DAIŞê ne

.

Qaymeqamê qeza Şingalê aşkera kir, rewşeke baş a ewlehiyê bo vegera ereban derketiye holê û piraniya wan kesên ku vegeriyane jî DAIŞî ne û paşmayên DAIŞê ne, lê berevajî wê rewşekî guncaw û baş bo vegera kurdên êzdî çênebûye.

Îro 16.01.2021ê qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand, ku heta naha hikûmeta Iraqê nekariye rewşekî bi ewle bo vegera kurdên êzdî ava bike, lê ew rewşa bi ewle bo ereban ava kiriye û sedî 80 ew erebên vegeriyane DAIŞî ne an jî paşmayên DAIŞê ne.

Herwaha teqez kir, ew gundên ereban bo vegerê aram in û berdewam kar bo bihêz kirina rewşa ewlehiya wan tê kirin. Berevajî wê gundên kurdên êzdî ti aramiyek têde tine, rewş bi awayekiye ku kesên DAIŞî û paşmayên DAIŞê dikarin vegerin, lê kurdên êzdî ku qurbanên dest DAIŞê ne nikarin vegerin ser erdên xwe.’’

Kurdistan Haberleri

Mehmet Can Azbay: Divê 365 rojên salê ji bo kurdan roja zimanê kurdî bin
PWKyê Li Amedê Ji Bo Roja Zimanê Kurdî Semînerek Li Dar Xist
15’ê Gulanê!..
Farhan Haq: Divê rayedarên Sûriyeyê hemû pîvanên mafên mirovan bişopînin
Serokê Giştî yê PWKyê peyama pîrozbahîyê ji Serokê KURD-KAVê re şand