Qaymeqamê Koya: Hatûçûna tankerêm barhilgir bi roj qedexe ye

Qaymeqamê Qezaya Koyayê Yûsif Kulkanî ragihand bi hemahengîya ligel herdû parêzgehên Hewlêr û Silêmaîyê me biryar da hatûçûna otombîlên barhalgir bi roj li sînorê qezaya Koya bihê qedexekirin û şofêrên pabendî wê biryarê nebin werin cezakirin.

Navenda Nûçeyan- Yûsif Kulkanî ji BasNewsê ra axivî û da zanîn hatûçûna barhilgiran bi roj hatîye qedexekirin. Kulkanî ragihand wan bi armanca parastina can û malê xelkê ew biryar standîye û êdî naxwazin xelk li ser wan rêyan bibin qurbanîyên hatûçûna tankerên barhilgir.

Di berdewamîyê jî  Kulkanî amaje bi wê yekê jî kir di encama hemahengîya ligel parêzgehên Hewlêr û Silêmanîyê wan ew biryar standîye. Qaymeqamî Koye tekezî li ser wê yekê jî kir ev biryar roja înê 17.01.2020an wê were bi cî kirin. Herwiha heger şofêr wê biryarê cî bicî nekin wê ji alîyê polîsîn hatûçûnê bêne cezakirin.

Ligor zanyarîyan di sala 2019an li Koya 206 rûdawên hatûçûnê rûdane û 18 kes mirine 293 kes jî birîndar bûne.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist