QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn

.

 Li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bi sedan Ermen û Kurdan 110emîn salvegera Komkujiya Ermenan bi bîr anî ku 24ê Nîsana 1915an ji aliyê Dewleta Osmaniyan ve hatibû kirin.

Çalakvanên Ermen bi rêya bilindkirina meşaleyan û wêneyên qurbaniyan komkujî protesto kir ku civaka navneteweyî li qurbaniyan xwedî derkeve.

Bijîşkê Ermen Hagob Donabîdyan hestên xwe anîn ziman û got:

“23yê Nîsana 2015an bêhtirî 250 rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Ermen kom kirin û ew qir kirin û 24ê Nîsanê daxuyaniya hovane ya Komkujiya Ermenan ragihand.”

Tevî ku salên borî çend welatan Komkujiya Ermenan nas kir jî lê Ermen daxwaz dikin hemû welatên cîhanê vê yekê piştrast bikin da ku komkujî dubare nebin.

Hagob Donabîdyan her wiha da zanîn:

“Peyama me ya ji bo civaka navneteweyî ew e ku em spasiya wan welatên ku Komkujiya Ermenan naskiriye kiriye dikin lê em daxwazê ji welatên din jî dikin ku bi heman awayî Komkujiyê nas bikin.”

Çavkaniyên Ermenan dibêjin di navbera 1915-1917an de milyonek û 500 hezar Ermenî ji aliyê Dewleta Osmaniyan ve hatine qirkirin ku çavkaniyên Tirkan dibêjin ew tenê 700 hezar in.

Heta niha 30 welatan Komkujiya Ermenan a ji aliyê Osmaniyan ve hatiye kirin, nas kiriye.

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da